Roja berxwedanê
Nûbûnê
Azadiya ronahiyê
Azadiya agir e
Azadî ye
Ronahiya agirê Mezlûman
pêtên nûbûna Ronahî û Rewşenan e
nûbûn e
Xwe ji nû ve afirandina semyan e
Azadî ye
Çav ji tariyê xilas kirin
Agirê heqîqetê
Heqîqet e
Evîn û huner e li ax û warê me
Xem û gemariya salan hate şûştin
Gelek rengên ciwan serî hildane
Serî hildane ji devê birînên birîndaran
Fêrmêsk hêrs dibin
Kir dibin
Şevekê bi ronî bo agirê hebûnê
Hebûna me pîroz be!