Rûpela Sereke

PAJK Menû
Daxuyanî

Hevpeyvîn

Nirxandin

Rêberê Azadiyê

Şehidên Azadiyê

Hestên Dilê Me

Pirtûk
Wêne
Ş. VİYAN KAROX

Nameyên  Şehit Viyan Karox

 Albuma Rêber Apo

 AVABUYÎNEKE NÛ DOSYAYA  KJB 

KJB
PAJK
YJA
YJA-Star
CIWAN
Ragihandin

 Di derbarê malpera me de nêrîn û  pêşniyarê we

 

 

 

 Daxuyanî
JI BO RAYA GIŞTÎ YA KURDİSTAN Û CÎHAN...

Komîteya Çapemeniya PAJK’ê
     
 

Êrişa li ser gelê kurd tê meşandin tirsa ji vîna azad e. Dewleta tirk a ku bi deh salane li hember gelê kurd polîtîkaya înkar û îmhayê pêk dianî, di encama tekoşîna azadiya gelê kurd a çil salên dawiyê de têk çû. Ev 80’î salin li ser gelê kurd her awayê polîtîkaya înkar û îmhayê hat pêkanîn. Kurd rastî hemû êrişên faşîst ên dewleta tirk hatin. Hemû rê û rêbazên tinekirinê ji aliyê dewleta tirk ve li ser gelê kurd hatin meşandin. Polîtîkayên qirkirina çandî, civakî, siyasî, aborî yên ku tinebûna gelê kurd di her warî de armanc dikirin, hatin pêkanîn. Gelek caran ji bo dewleta tirk encam bigre, derveyî hemû rê û rêzikên exlaq û wijdana mirovatiyê tevgeriya û tevkujiyên fîzîkî jî li ser gelê kurd pêk anîn. Lê gelê kurd ê xwedî çand û dîrokek kevnar ê Mezopotamya û Rojhilata navîn e tine nebû. Rexmî ku di her warî de, di encama polîtîkayên faşîst ên dewleta tirk li ser gelê kurd meşandin de taxrîbatên mezin hatin jiyîn jî, kevneşopiya berxwedanê ya gelê kurd nehêla ku civaka kurd temamî ji holê rabe û tine bibe.
Tevgera me PKK’ê li ser vê kevneşopiya berxwedanê weke hêvî û yekane riya azadiyê, ji sala 1970’î yan ve li Kurdistanê li hember van polîtîka û kiryarên dewleta tirk ên înkar û îmhayê tekoşînekî destanî ya berxwedanê meşand. Polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta tirk di encama tekoşîna çil salên dawiyê yên di pêşengiya rêbertiya me rêber Apo û tevgera me PKK de têk çûn. Di encama vê dîroka berxwedanê ya tijî qehremanî û fedakarî de gelê kurd xwe nas kir, zanebûn û vîna xwe gihandina nasnameya xwe ya azad qezenc kir.
Gelê kurd di vê tekoşînê de bi hezaran zarokên xwe dan. Ked da, li ber xwe da. Rexmî her rengê hovîtî û dirindeyîya dewleta tirk, êşkence û talanan, kuştin, girtin û dersonirkirinan jî, gelê kurd dest ji vîna xwe ya azad berneda û di her qada tekoşînê de berxwedanekî destanî raber kir. Vê sekn û vîna azad a gelê kurd dewlet û hikûmeta Tirkiyê têk bir. Êrişên îro tên meşandin, tirsa ji vê vîna azad a gelê kurd e.
Hikûmeta AKP ya ku di Rojhilata navîn de xulamî û taşeroniya hêzên emperyalîst û NATO yê dike, bi hêrsa têkçûn û binketinê, êriş li ser êrişan pêk tîne li hember gelê kurd. Di vê çarçoveyê de ti nirx û pîvanên exlaqî nasnake û hemû nirxên gelê kurd tinekirin ji xwe re kiriye armanca sereke. APK bi dirindeyî êrişî her nixê me dike. Di aliyekê de tecrîda girankirî a ku ti zagon û pîvanên hiqûqa navnetewî qebûl nake li ser rêbertiya me, rêber Apo pêk tîne, di aliyê din de, bi girtin, kuştin û çavtirsandinan hewl dide vê vîna azad a gelê kurd têk bibe, kurdên weke xwe bê vîn û dûvik ava bike. Ji aliyekê ve bi çekên kîmyewî li ser gêrîlayên Tevgera Azadiya Gelê Kurd êrişên hovane pêk tîne, ji aliyê din ve di bin navê ‘operasyonên KCK’ de terora girtinê dimeşîne û bi sedan kurd dike girtîgahan. Piştî tecrîda li ser rêbertiya me şidand, nûnerên gelê kurd yek bi yek kir hedefa êrişan. Parlementer, serok şaredar, serokên rêxistinên BDP’ê yên bajar û navçeyan, xebatkar û welatperwerên ku dest ji vîna xwe ya azad bernadin girtin û xistin girtîgehan. Vê pêla terora faşîzane ya hikûmeta AKP herî dawî kedkarên çapemeniya azad da ber xwe.
Pêr 43 rojnamevan û kedkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin. Li ser Ajans, rojname, kovar û çapxaneyên çapemeniya azad de hat girtin. Cihên wan ên xebatê, malên wan hatin belavkirin, alav û amûrên wan ên kar hatin desteser kirin.
Bi van êrişên faşîzan, terorîst û hovane dixwaze vîna gelê kurd dîl bigre, bi tepisîne û tine bike. Lê weke dîroka gelê kurd, dîroka çapemeniya azad jî xwedî qehremanî û berxwedaniyên mezin e. Ev xeta çapemeniya azad xwe dispêre giyan û ramana azad a Apê Musa, Gurbetelî Ersoz û bi sedan şehîdên çapemeniyê yên ku singa xwe di riya heqîqetan de kirine mertal. Çapemeniya kurd bi rojnameya Kurdistan li derveyî welat, li penaberiyê dest bi weşanê kir. Heta niha ji bo vegera welat a çapemeniya kurd jî berdêlên mezin hatine dayîn. Destkeftên medyaya kurd jî di encama tekoşîn, berxwedan û sekneke qehremanî ya bi dehan şehîdên çapemeniya azad pêk hatine. Kedkarên çapemeniya azad, li hember hemû core êriş û terora dewletê heta niha di xeta xwe ya serbixwe û azad de bêyî ku tavîz bibin li ber xwe dane. Kedkarên çapemeniya azad, ragihandina rastî û heqîqetan bi bihayê canê xwe jî, weke armanca sereke hilbijartine û ronakkirin, agahkirina bê alî û azad a civakê rexmî hemû êrişan jî heta roja me ya îro domandine. Wê ji vir û şûn ve jî bidome ev kevneşopî û xeta azadiyê. Sekna azad, rik û israra di rastî vegotinê de ya çapemeniya kurd hikûmeta AKP xistiye nava tirs û fukaran. Ji ber hikûmeta AKP yê ya ku li Rojhilata navîn, xulam û taşerona hêzên dagirkere, ji bo şikandina îradeya gelan her riyên qirêj ji xwe re mubah dibîne û heta qirika xwe ketiye nava qirêjî, kirêtî, bêrêtî û tarîtiyê. Ji bo serxistina şerê xwe yê taybet û qirêj, artêşekî medyayê avakiriye. Ji bo veşartin û bincilkirin, berojvajîkirina rastiyan, di tariyê de hiştina civakê, pêşî lêgiritina agahiyên rast, tinekirina heqîqetan, xurtkirin û pêşxistina faşizmê, kolekirin û korkirina civakê derveyî medyaya ku bûye dûvikê wê, destûr nade medyaya alternatîf û bi her awayî êriş dike. ‘An hûnê vebêjên derewên min bin, an jî ezê mafê jiyan û weşanê nedim we.” Tişta li ser medyaya azad tê ferzkirin ev e.
Lê dewleta tirk û hikûmeta AKP bi agir dilîze. Weke Rêber Apo jî dibêje; “ Dibe ku heqîqet were tepisandin, were perçiqandin. Lê heqîqet nikare bê tinekirin.” Kevneşopiya çapemeniya azad a berxwedanê wê bidome. Dengê gelê kurd ê azad nikare were birîn. Xeta çapemeniya azad a ku miras û bermaya bi dehan şehîd û qehremanên gelê kurd e, di bin her şert û mercî de çawa heta roja îro li ber xwe daye, di vegotina rastiyan de tavîz nedaye, wê ji niha û şûn ve jî hîn xurttir li ber xwe bide û mezin bibe. Weke rojnamevanê Kurd, Abdurahman Gok jî, gotî; divê ji vir û şûn ve her rojnamevan û kedkarê çapemeniya azad bê rawestan di şûna hevalên xwe yên hatine binçavkirin de jî bixebitin. Gelê kurd, bi taybet ciwanên kurd divê li nirx û rûmetên xwe xwedî derkevin. Li cihê ku heta niha du kes lê dixebitî divê hijmar bigihêje deh kesî. Her ciwana/ê kurd divê weke nûçegihan, rojnamevan, belavkar û kedkarek çapemeniya azad bixebite. Ji bo vala derxistina polîtîkayên şikandin û radestgirtinê yên hikûmeta AKP, divê ji heft salî heta heftê salî her endamek civaka kurd bi giyana seferberiya neteweyî beşdarî pêvajoya niha bibe. Her kurdek li gor hêz û şiyana xwe beşdarî tekoşînê bibe.
Êrişên li ser gelê kurd tên meşandin di heman demê de li hember demokrasî û pêşeroja azad a gelên Tirkiyê ye. Lewma divê hemû demokrat, rewşenbîr, rojnamevanên xwedî rûmet û aligirên heqîqetan, hemû dijberên faşîzm û terora AKP, gelê Tirkiyê yê bi rastî dildarê aştî û biratiyê, saziyên civaka sivîl û her mirovê xwedî wijdan, ji vê teror û faşizma AKP re bêje bese û dengê xwe li hember van êrişan bilind bike. Ji ber ev êriş bi armanca reşkirina pêşeroja gelan tên pêkanîn. Ger pêşî lê neyê girtin, ne tenê gelê kurd, wê her kes ji vê faşizmê para xwe bigre û pêşeroja Tirkiyê wê di nava tariyan de bifetise.
Divê bê zanîn êriş û terora hikûmeta AKP ê wê tekoşîna me lewaz neke, vîna me ya azad nekare bişkîne û wê nekare pêşiyê li vegotina heqîqetan bigire. Em weke xebatkarên çapemeniya Partiya Jinên Azad ên Kurdistanê, êriş û terora hikûmeta AKP bi tondî şermezar dikin. Em bang li hemû gelê xwe, bi taybet jin û ciwanên kurd dikin ku, ji her demê zêdetir tekoşînê bilind bikin. Rojên em dijîn, rojên dîrokî ne. Zêdebûna di dozaja êrişên li ser gelê kurd tên meşandin, bingeha xwe ji tirs û xufa serkeftina tekoşîna me digre. Bi rihê berxwedana neteweyî em dikarin pêşiyê li her core êrişan bigrin û tekoşîna xwe bi azadiyê tacîdar bikin. Bi baweriya wê ti êriş nekarin pêşeroja me ya azad tarî bikin, di serî de Rêber Apo, em hemû berxwedanvanên li girtîgehan silav dikin, soza bilindkirina tekoşînê didin gelê xwe.

Silav û rêz
22.12.2011






 
 

 

                       Veger

 
 Malpera PAJK (Partiya Azadiya Jin a Kurdistan) a Fermî ye
PAJK Online © 2006-2007 Hemû Mafên Wê Têde Veşartî ne